Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eprax] de;

11. (bnr: makîneya çêkirina epraxan)



14.06.2015 10:17 | simurg56

7. xwarina ku dema tirş were çêkirin, qet jê hez nakim. lê hinek bi taybetî wisa çêdikin.



18.01.2015 14:49 | simurg56

1. xwarinek e ku navê wê navên îlacan tîne bîra mirov.

(bnr: eprex) bi tirkî sarma, tê gotin.

germ cuda; cemidî cuda xweş e.

li hema bêje hemû deverên kurdistanê û tirkiyê, tê çêkirin û hezkirin.

ji bo xwarinê pêşîn navik tê çêkirin. navika wê li gorî dever û daxwazê ji birinc an jî ji savarê û ji tiştên dîtir pêk tê (ronê zeytûnan, pîvaz, nene, xwê, bîberên pul, mexdenoz û hwd.)

piştî çêkirina naveroka wê, ev naverok li ser pelçima dara mêwê (dara tiriyê) tê danîn û ev pelçim bi awayeke taybet tê pêçan. ger kesek zane çêkiribe pêwist e ku piştî ku xwarin hat pehtin jî pelçim venebe û wisa pêçayî bimîne.



26.10.2013 17:48 | simurg56