Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ardûda] de;

2. qasê tê bîra min çîroka profesorek bû ku ji xwe re mirovek cêwika xwe diafirand û paşê ev cêwik diket şûna wî û bûyer diqewimiyan...



26.10.2013 21:15 | simurg56

1. yekemîn pirtûka kurdî ya ji beşa xeyalê zanistî ye. nivîskarê pirtûkê mîran janbar e.

pirtûk di sala 2004an de ji weşanxaneya lîs'ê, hatibû weşandin. min jî wê salê xwendibû û ji bo pirtûka yekemîn baş û bes dîtibû lê mixabin aniha bi qasê ku bikarim binirxînim naveroka wê nayê bîra min.

heta tê bîra min cara yekemîn peyva termê ji vê pirtûkê hîn bûbûm.

pirtûk ji 81 rûpelan pêk tê.

mixabin min vê pirtûkê ji bo ku bixwîne dabû xwedênekuştiyek lê li min venegerand û niha nayê bîra min jî ka kî bû.



26.10.2013 21:13 | simurg56