Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karaoke] de;

1. peyv û çandek japonî ye.

ji yekbûna dû peyvan pêk tê û wateya wê "orkestraya bê solîst" e.

navê wê çalakiya keyfê ye ku ji stranekê dengê solîst tê derxistin û tenê mûzîk dimîne, paşê kesek li ser vê mûzîkê stranê diqîre. ji ekranekê an jî ji kaxizekê jî gotinên stranê dişopîne.

makîneyên karaokeyê jî ji ber vê yekê eslê xwe de ji ekran, mîkrofon û hoparloran pêk tê. bi pereyên hûr dixebitin û li ser ekranê bi gotinên stranê re sembol û anîmasyonên rîtmîk tên nîşandan.



inoue daisuke yê japon sala 1971ê de bi teybeke erebeyê, amfiyek biçûk û qutiya pereyên hûr, cara yekemîn vê makîneyê îcat kir.



li hinek welatan ev makîne weke ktv tê zanîn.

http://en.wikipedia.org/wiki/Karaoke



28.10.2013 21:26 | simurg56