Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paraplejî] de;

1. rewş an jî nexweşiya ku yên bi vê nexweşiyê dikevin, nikarin her du lingên xwe ji binî ve bi kar bîne an jî pê hîs bikin.

2 sedemên sereke birîndarbûna spînal kordê û sedema zikmakî ye. nav sedemên zikmakî de jî anomaliya spina bifida herî zêde tê dîtin.

birîndarbûna spînal kordê zêdetir di qezayên trafîkê de diqewime. ji ber sekinîna erebeyê ya yekcar, hestiyê piştê ya mirov mîna qamçiyekê tev digere û dişike, vê navberê de spînal korda ku ji rehikên ku diçin ling û destan û hinavan tê re derbas dibin, birîndar dibe. li gor cihê birîndarbûnê dibe ku her du dest, her du ling û stû bixwe jî bêrih bikeve.

(bnr: paraplegia)



09.06.2013 13:12 | simurg56