Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [let the right one in] de;

2. https://www.tirsik.net/film.php?film=95

fîlmek ecêb e û hinekî "acizker". aşkere ye ku fîlmê xwestiye hinek pirsan li me bide pirsîn. weke mînak: tu dikarî ji bo hezkiriya xwe, keça xwe û hwd. çi bikî? dikarî zerarê bidî mirovên bêguneh? û hwd.

ji ber ku ji bo min bersivên pirsên fîlmê gelek diyar û zelal in, fîlmê nekarî bandorek mezin li ser min bike û loma min zêde jê hez nekir. pûana min jê re 77 e.



di senaryoyê de gelek tiştên kêm û bêmantiq hene lê ev ne fîlmek wisa ye ku em behsa van tiştan bikin. ji ber ku fîlmên bi vî awayî wisa dibêjin "dev ji kitekitên teknîkê yên dinyay rastîn berde, em behsa dinyayek din dikim. rastiyên min bipejirîne û tenê bala xwe bide hestan"



11.12.2014 20:45 | simurg56