Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wowturkey.com] de;

4. malpera ku bi taybetiya xwe ya danasîna projeyên li bajaran, serkeftî ye. aliyên wê yên din nizanim.

tu fonksiyoneke taybet ya vê malperê tune, yanî tişta ku li wir tê kirin bi hêsanî li vir jî dikare were kirin.

weke mînak, mirov dikare mijarek wisa veke "lîsteya projeyên li sêrtê" û tê de navê projeyan binivîse û di binê her projeyekê de jî nêrîn û danasînan binivîse. lê ya girîng ew e ku bikarhênerên ku bikarin agahiyên bi vî rengî bi dest bixin û biweşînin, hebin.

weke din sazkirina forumek wisa jî ne zehmet e, gelek hêsan e. lê ji ber sedema li jor, bi ya min ne hewce ye. an?



11.06.2014 21:08 | simurg56

2. bi rastî jî malperek gelekî serkeftî û berfireh e.

li her bajarî, derbarê hema bêje hemû projeyan de agahiyên berfireh hene.

min projeyek nedîtiye ku li vir tune.

heta carina rewşa dawîn ya projeyan jî ji vir dişopînim.



02.11.2013 14:19 | simurg56