Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [echinococcus granulosus] de;

1. cûreyeke parazîtan e ku hundirê roviyan de dijî.

ji bo vê parazîtê wargeha dawîn laşê kuçikan e. li roviyên kuçikan dijî lê tu zerarê nade wan.

weke wargeha navberê, laşê mirov, mehmûn, hesp û hwd. bi kar tîne û laşê wan de dibe sedema nexweşiyê: kîst hîdatîk

ev nexweşî herî zêde li kezeba reş pê wê re jî li kezaba spî çêdibe. weke din hema bêje li her derê bedena mirov dikare çêbe. (min heta li dilê mirov jî dîtiye)

mixabin nexweşiyek pîs e. ji ber ku her çiqas emeliyata wê piranî hêsan be jî, îhtîmala komplîkasyonên wê û dubarekirina wê heye.

tedawiya wê de weke derman jî albendazole tê bikaranîn.



01.11.2013 23:33 | simurg56