Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komplîkasyon] de;

1. encamên neyên xwestin û encamên bi zerar in, ku piştî tedawî an jî çalakiyekê pêk tên.

dema tedawiyek tê ceribandin bêguman armanc encamên baş û tên xwestin, in. lê carina dawiya tedawiyê de hinek tiştên nexweş jî tên dîtin.

her wiha komplîkasyon ne tenê piştî tedawiyan lê pêvajoya normal ya nexcweşiyan de jî çêdibin.

ku em mînakan bidin;



- nexweşiya diyabetê, xwînê de bilindbûna asta şekir e. ku nexweşî ne bin kontrolê de be, heye ku çavên mirov pêşerojê de fonksiyonên xwe wenda bikin (retînopatî) an jî gurçîkên mirov êdî kêm bixebitin (nefropatî). ev mînak hanê 2 komplîkasyonên diyabetê ne.



- piştî emeliyatên derxistina kanserên kolonê, rîskên xwînîbûnê, bi heve mayîna roviyan û qaçaxa anastamozê hene. û ev yek komplîkasyonên vê emeliyatê ne. yanî îhtîmala qewimîna wan heye.



02.11.2013 12:53 | simurg56