Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birçî çûna mêvaniyê] de;

1. ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, dibe sedema poşmaniyê.



carina dema mirov ji bo şevê were vexwendin mala kesekê -mesela ji bo saet 6-7an- mirov fedî dike ku bipirse gelo ji bo xwarinê an ji bo çayê dixwaze. û ger têr here û xwarin hebe dibe eyb, lê ger birçî here û xwarin tune be jî dimîne birçî û bi zikê birç, kola, çay û hwd. vedixwe.



ji vir gazî li xwediyên mala dikim; ji kerema xwe re dema hûn gazî mirovan bikin bêjin ka hûn gazî dikin ji bo çay, qehwe cexwarinê an ji bo xwarinê.



02.11.2013 22:01 | simurg56