Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amélie] de;

11. fîlma ku soundtracka wê ewqas li her derî tê lêdan ku êdî dilê min ji vê mûzîka hêja reş bûye.

me got soundtrack û wê niha yoda were.



edît: min negotibû? vaye bû 5-10 deqe û bnr: soundtrackên bijarte/64046



05.04.2015 12:56 ~13:25 | simurg56

3. fîlmeke gelekî serkeftî ye. mûzîka wê ewqas xweş e ku li her derî tê bikaranîn. belkî êdî kes nemabe ku nebihîstiye lê gelek kêm dizanin ku aîdê vê fîlmê ye.

dema ev fîlm tê bîra min -nizanim çima lê- şekir tê bîra min. erê şekir. ji bo min peyva ku vê fîlmê herî baş rave dike ev e; şekir.

nizanim belkî ji ber karaktera sereke be belkî jî ji ber rengên fîlmê ne.



heta niha tenê fîlmeke din amelie aniye bîra min: (bnr: jeux d enfants) ew jî dîsa fîlmek mîna "sêvên şekirkirî" ye lê li gorî amelie'yê gelek gelek bedbîn e.



03.03.2014 21:33 | simurg56