Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [başûrê kurdistanê] de;

22. kurdistana ku hê nikare li ber wê dewletê li ber xwe bide ku di nava 15 salan de 2 caran hilweşiyaye û artêşa wê belawela bûye. vêca tiraliya kurdên başûr hûn bifikirin.



25.10.2017 19:45 | simurg56

19. li gorî belkî hemû analîzan, êdî gelek dûrî azadiyê ye.

piştî şerê daîşê derket holê ku kurdistana nikare xwe biparêze. ji aliyê din ve him ji ber şer him jî ji ber ketina fîyeta petrolê, ekonomîya başûr serûbin bû. ew bi sedan înşaatên beredayî niha giş nîîvço mane û hatine terikandin. ji ber ku vê rewşa nebaş ya aboriyê, aciziya gel jî zêde bû û şerê navxweyî gelek zêdetir derket pêş.

him ji ber sedemên ekonomîk him jî ji ber meseleya xelasbûna serdema serokatiya barzanî, di navbera kdp, ynk û goran de şerek mezin rû da.

em dikarin bêjin ku kurdistana başûr di nav krîzek gelekî kûr e.

dev ji azadbnê bedin, bi ya min îro başûr şerê man û nemanê dide. herkes li gorî serê xwe tev digere, ne rêveberiyek ne jî artêşek hevpar heye. herkes di bin bandora dewlet, îstîxbaratekê de ye û li gorî daxwazên wan tev digerin.



di economistê de analîzek balkêş derketiye di derbarê mijarê de. Here lînkê tê de tê gotin ku ji ber rewşa nexweş ya aborî "hinek pêşmergeyan çekên xwe yên amerîkî, firotine daîşê". û behsa van gotinên min yên li jor dike.

dema yeke biyanî tê û çend rojan kurdistanê analîz dike, bi awayekgelek zelal problema me ya herî mezin dibîne.

di eslê xwe de em jî dizanin lê maşelleh egoyên serokên me jî ji ya erdogan ne kêmtir in.



09.07.2016 20:42 | simurg56

11. mixabin hê jî di gelek saziyên wê de zimanên biyanî serdest in.

bi qasê min ji mamê xwe hîn kir, di warê hiquqê de hema bêje bi temamî têgehên erebî bi kar tînin.



îro, nexweşek ji wir hatibû polîklînîkê. dema min kaxizên wî kontlrol kirin, min dît ku li jora kaxizê bi nivîsek stûr kurdistan regional government dinivîse. gelek keyfa min jê re hat. lê mixabin dewama wê jî bi îngîlîzî bû. vaye min wêneyên wê jî kişandin;



https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/762/category/3

https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/763/category/3



19.11.2014 20:11 | simurg56