Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vegera deh hezaran] de;

5. pirtûka ku min dawîyê de ew peyda kiribû û beşên têkildar, li vir parve kiribû; anabasis/15553



18.12.2017 21:32 | simurg56

2. bûyera ku berhema nivîskî ya dîrokzanê navdar xenophone ya bi navê anabasisde derbas dibe, ye.

mijara pirtûkê leşkerên peretî yên hellen (yewnan) in ku ji bo ku cyrus ê waliyê rojavaya welatê persan e, bikare birayê xwe artaxerxes ii.'ê qralê welatê persan, têk bibe û bikeve şûna wî.



li gorî hinek gotinan hejmara leşkerên ku çûne vê şerê nêzikî milyonek e. ev artêş navbera salên 399-402 (berî zayînê) diçin li welatê persan şer dikin. eslê xwe de di vê şerê de artêşa wan bi ser dikeve lê ji ber ku serokê wan cyrus tê kuştin, serkeftina wan bêwate dimîne û weke têkçûyî tên dîtin û bi vî awayî dikevin ser riya vegera li welatê yewnanan. hejmara kesên ku karîne bikevin ser riya vegerê 10.000 in, loma ji vê çîrokê re ev nav hatine dayîn.



yanî dawiyê ev artêşa ku ji 10.000 leşkerên bê serî pêk tê, nizane ku wê çi bike. ji hinek serok/walî/rêvebirên wê demê dixwazin ku binin ji gelê wan, lê tu kes wan qebûl nake. ku yek ji van jî Tissaphernes bû. tissaphernesteslîmbûna wan dixwest lê wan jî vê yekê qebûl nedikir. pirsgirêka Tissaphernes ew bû ku li hemberî wî artêşek wisa mezin hebû ku nedikariya wan yekcar tune bike. ji ber vê yekê piştî demekê, biryarek da ku alîkariya wan bike ku vegerin mala xwe. ji wan re xwarinê peyda kir û wan ji welatê xwe şand.



artêş dikeve ser riya mala xwe. ji bo vê yekê ji welatê corduene(kardoxî yanî kurd, yanî kurdistan) û ji welatê ermeniyan derbasî behra reş dibin û ji wir derbasî welatê yewnanan dibin.



min bixwe van pirtûkan nexwendiye lê bi qasê min bihistiye, tê de weke dêwan behsa kurdan dike û dibêje rîmên leşkerên yewnanan di destê kurdan de weke şûr diman. tê de tê gotin ku kurd li bajarokên baş-parastî dijîn û dijminê persan in. lê dîsa jî vegera deh hezaran de neyartî li wan dikin. her çiqas çekên wan yên giran tune bin jî kevan û benan gelekî xweş bi kar tînin. ji ber vê yekê jî derbasbûna leşkeran ya ji welatê kurdan 7 rojê wan distîne û dibe sedema şerek giran. tê gotin ku zehmeteya ji ber şerê kurdan, ji hemû zehmetiya şerê li cem persan zêdetir bûye.



06.11.2013 22:04 | simurg56