Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendekarên keç û law ên ku bi hev re di malekê de dimînin] de;

11. ji ber bertekan, niha bûye problema akpê ya navxweyî.

xwestin vê meselokê ji bo dagirkirina rojevê û asêkirina eniya hilbijêrên xwe bi kar bîne û paşê bide jibîrkirin û biha ji ber bulent arincê çav çavbigilîz, bû sedema pevçûna arinc û erdogan.

ha ji me re derd e? na welleh.

(bnr: bena na)



09.11.2013 21:27 | simurg56

7. li gorî alîkarê serokê koma akpê Nurettin Canikli, wê mudaxale wisa be: wê cîranê ciwanên ku bi hev re dijîn, vê rewşê ragihînin polîsan. pêre wê polîs jî vê yekê ragihînin malbata ciwanan.

îhtîmalek mezin paşê jî, wê an malbat bêjin "ma kareke din we tune ku hûn ketina pey kurê/keça min? de bicehimin ji vir!" an jî wê malbat zarokên xwe bikujin.

êê gelo kesek xêrek vir de dibîne?



07.11.2013 19:16 | simurg56

3. li gorî erdogan êdî qedexe ye.

lê li gorî fikra wan mêr bi mêran, keç bi keçan re dikarin bimînin. yanî ji gay û lezbîen'an re azadî heye *

em henekan danîn aliyekê: rasterast faşîzm e. ha! ez jî li malek wisa nemame û naxwazim jî bimînim. û naxwazim jî zaroka/zarokê min jî pêşerojê de bimîne. lê ev tiştek navbera mirovan e. tiştekî têkildarî bawerî, malbat û şêweya hevaltiyê de.

ji aliyê din ve gava ku ji bo guhertina rojevê û berî hilbijartinê şidandina eniya dengdarên xwe, hatiye avêtin, e.



06.11.2013 19:44 | simurg56