Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi guhertina qenalê şiyarbûna bavan] de;

1. sendromeke zarokan e.

berê dema li mala bavê xwe dimam, bavê min li ber televîzyonê li ber bernameyên gûftûgoyan xew ve diçû. me jî cîda, hewl dida ku qenala televîzyonê biguherînin ku li fîlmek an jî tiştekî din temaşe bikin.

lê çi wextî me qenal diguhert, ew bavê ku ev du saet in xew de ye cîda şiyar dibû û dîsa li qenala xwe temaşe dikir.

ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, me pêşîn dengê qenala vekirî heta bi temamî bêdeng bibe kêm dikir, paşê me dibir ser qenala xwe û dengê televîzyonê hêdî hêdî dîsa vedikir. lê çawa ku deng ji televîzyonê dihat, dîsa şiyar dibû.

yanî derdek bêderman e. beredayî xwe newestînin û ji qedera xwe razî bin.

ji ber vê yekê çend caran derfet ket destê min lê min nekarî li fîlma the matrix temaşe bikim.



06.11.2013 20:26 | simurg56