Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji lêgerînê bawerkirin] de;

1. di ferhengên înteraktîf û foruman de mirov dikare bêje ku zagona yekemîn e.

ji nivîskareke van platforman tê hêvîkirin ku ji lêgerînê bawer bike, yanî berî ku pirsek bike, mijarek veke, peyamek binivîse an jî hwd. bike lazim e di malperê de lê bigere ka berî wî ev tişt hatiye kirin an na.

bi taybetî malperên ji rêzê û bêrêvebir û bêqalîte de, ji ber ku ev zagon nayê pêkanîn, derbarê heman tiştî de bi dehan mijar tên vekirin û agahiyên hatine dayîn him belav dibin û kêr nayên, him jî kesê li tiştekî digere nikare xwe bigihîne peyaman û him jî malper gelekî tevlîhev dibe.



lê platformên ku hay ji vê zagonê dibin de, dema kesekî derî vê zagonê tiştekî bike li binê peyama wî "ji lêgerînê bawerkirin" tê nivîsandin û bi vî awayî yê hişyarkirin.



neyse, weke hemû platformên ku bi beşdarbûna endaman pêk tê, tirşikê de jî ev problem û ev zagon heye. jixwe moderator jî ji ber vê yekê hene. bi qasê ji destê moderatoran tê, mijarên wekhev tên kirin yek, ijarên ku xelet hatine nivîsandin tên rastkirin an jî tên beralîkirin.

weke din, êdî lînk û bnr'ya vê mijarê jî dikare were dayîn.



06.11.2013 22:52 | simurg56