Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [steve jobs] de;

3. ceo bû. ji vê pêve ne tiştekî din bû.

weke mînak qet ne linus torvalds'ek e.



jenerasyona nû dibêjin qey komputer, mouse, klavye, ekranên destdanî, telefona berikan û hemû tiştên din yên teknolojîk ji aliyê vî camêrî ve hatine îcatkirin.



na heyran, min hê tiştek jî neditiye ku vî camêrî îcat kiriye. mêrik ceoyê şîrketekê bû û gelek derdiket ser ekranan, aha hemû şova wî ev bû.

çawa li tirkiyê alî agaoglu weke zilamê herî dewlemend tê nasîn lê di eslê xwe de tenê mutahîtek ji mutahîtên mezin e, gelek kesên ji wî dewlemendtir jî hene lê ji ber ku ew her tim derdikeve ser ekranan û şovê dike, ew weke yê herî mezin û jêhatî xuya dike.

aha steve jobs jî eynî wisa ye. ali agaogluyê dinyaya teknolojiyê ye.



di sedsala dawîn de bi sedan îcatên ewas girîng hatin kirin ku her yek ji wan mîna şoreşek bû, lê tu kes îcatkerên wan nizanin. lê dema hûn bêjin steve jobs, herkes bêje "ha steve? heval ew zilamê herî giîrng yê vê sedsalê bû"



di firotina cîhazên xwe de jî apple heman rêbazê bi kar tîne. gelek tişt hene ku pêşîn samsung û marqeyên din çêdikin lê dema piştî salan apple jî vê taybetiyê li cîhazên xwe zêde dikin, nîvê dinyayê dibêjin qet ev taybetiya nû îcata appleê bû.



29.04.2016 15:35 ~15:35 | simurg56