Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komkujiya çand û hunera kurdî] de;

3. êrîşek biserneketî ye.

çand û hunera kurdî îro populer e, rengîn e û tê hezkirin.

zimanê kurdî nemiriye û her ku diçe çêtir tê ser xwe. berê belkî kurdan zêdetir kurdî diaxivî lê kurdan evqas zimanê xwe nas nedikirin.

roja ku ji aliyê siyasetê ve jî kurd bi ser ketin, di nava demeke gelekî kin wê kurdî bibe zimanek rêzdar.



çaxê ku em dewletên dagirker bi komkujiyê tewanbar dikin, divê em kêmasiyên xwe jî bibînin.

nivîskarên kurd ger heta niha nekarîbin têra xwe berhemên di qada navnetewî de serkeftî derxin, ev ne sûcê dewletan e. kapasîte û ronakbîriya me vêga evqas e.

li ser portalên înternetê, di nav gerîlayan de, xebatên wan de kurdî ne qedexe ye. lê ger dîsa jî kurdî li van deran nekarîbe bibe serdest, ev ne problema dewletên dagirker e. divê em vê jî bibînin.

bila şaş neyê fêhmkirin, gelek nivîskar û helbestvan û hunermendên din yên kurd hene lê em behsa hebûna di nav cîhana hunerê ya navnetewî dikin.



bi kurtî, ne hewce ye em niha ajîtasyonê bikin. îro bi taybetî li tirkiyê, li pêşiya çanda kurdî hema bêje tu pirsgirêk nemaye.



09.11.2013 11:29 | simurg56