Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guatr] de;

1. ku mirov bi hevokekê rave bike, nexweşiya mezinbûna tîroîdê ye. lê ger mirov li bingeha wê binêre, gelek sedemên mezinbûna tîroîdê hene.



li tevahiya dinyayê, sedema herî zêde ya guatrê, kêmasiya îyodê ye. îyod çêkirina hormonên tîroîdê de tê bikaranîn. ku ev element laşê mirov de kêm be, tîroîd nikare têra laşê mirov hormon çêke û loma xwe mezintir dike û bi vî awayî hewl dide ku kêmasiya hormonan temam bike.

ji ber ku berê ev yek dibûya ku gelek kesan de guatr çêbe, ev demek e dirêj e ku li tirkiyê hemû xwêyên li dikanan tê firotin de îyot heye û ev yek zarûrî ye. bi saya vê yekê, ev sedem kêm bûye.

li welatên ku xwê ya biîyot bi kar tînin, sedema herî belave dibe tîroîdîta hashîmoto ye.



sedemên din:

- hîpotîroîdîzma konjenîtal

- bandorên dermanan

- nexweşiyên pîtuîterê (nexweşiyên hîpofîzê)

- nexweşiya graves (sendroma basedow)

- tîroîdît

- kansera tîroîdê

- neoplazmên benîgn yên tîroîdê

- sarkoîdoz

- amîloîdoz

- mole hîdatîform

- kîst

- akromegalî





guatr organeke li tam nava stûyê mirov e ku foksiyona wê ew e ku hormona tîroîdê çêke û berde xwînê.

ji aliyê fonksyona wê ya hormonê, nexweşiyên tîroîdê 3 cûre ne;

- yan bandorê li ser hormonan nakin

- yan dibin sedema zêdebûna hormonên tîroîdê (hîpertîroîdîzm) ev yek nav gel de weke "guatra jehrî" jî tê zanîn.

- yan jî dibin sedema kêmbûna van hormonan (hîpotîroîdîzm)



ji aliyê morfolojiyê ve jî nexweşiyên wê dikarin werin ji hev veqetandin;

- yên ku ji yek nodulê pêk tê

- yên ku ji gelek nodulan pêk tê

- yên ku bi awayeke giştî mezin e



tedawiya nexweşiyên guatrê li gorî sedema wê gelekî diguhere.

- ger tîrod zêde hormon çêbike; îyoda radyoaktîf dikare were dayîn û bi vî awayî tîroîd tê biçûkkirin

- ger sedem kêmasiya îyodê be, îyot tê dayîn.

- ger tîroîd hindik hormon çêbike; hormonên tîroîdê tê dayîn



ji aliyê din ve gelek rewşan de jî cerrahî pêwist dibe û wê demê tedawî dibe derxistina tîroîdê. emeliyata derxistina tîroîdê weke tîroîdektomî tê binavkirin. emeliyata wê de, caran bi temamî, carina nîv, carina jî hema bêje temamê tîroîdê tê standin.



13.11.2013 23:16 | simurg56