Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunebûna xwe fikirîn] de;

1. tişteke ne pêkan e.

û piştî 2-3 gavan, mirov vedigerîne destpêkê. ku piştî mirinê tiştek tune be... gelo tunebûn cihê tirsê ye? gelo mirov çima ji tunebûnê bitirse? ger ku ez ê tune bim, çima vê yekê ji xwe re bikim xem?

temam, min qebûl kir ku ez ê tune bim; lê kesek dikare vebêje ka mirov çawa dikare tunebûna xwe bikire û fêhm bike?

sibhanellah, tunebûn jî eyn mîna bêdawîtiyê nayê fêhmê.

welhasil, pêwist e mirov li gorî baweriya xwe an hesaba axîretê an jî tunebûna xwe car caran bifikire ku wateya jiyana xwe an jî bêwatebûna wê fêhm bike.

ji aliyê din ve, vê derengê şevê çima wisa çêbû, çima ev hatin bîra min...



21.11.2013 21:41 | simurg56