Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sen kûl ben kêş] de;

1. navê çîrokeke rastîn ya bavê min e.

berî 40-50 salan wexta ku bavê min diçe li mekteba seretayî, li mektebê zimanê nava zarokên gund de bêguman kurdî bûye.

lê li dibistanê zarok hewl didin ku bi tirkî biaxivin ku mamosta notên baştir bide wan.

Wê demê ji ber ku hê televîzyon û hwd. tune ye, zarok çiqas bixwazin jî nikarîn hînî tirkî bibin.

wextekê dema ku mamoste ji wan dixwaze ku li baxçeya mektebê kortek vekin, zarok di nav hev de diaxivin ku ka wê kî çi karî bike.

wê navberê de zarokek ku dixwaze bikeve çavê mamoste bi tirkiya xwe ya şaşwaz dibêje "fîlankes, sen kûl ben kêş" yanî "fîlankes, tu bikole ez bikişînim"



12.06.2013 15:55 | simurg56