Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ilkehaber.com] de;

8. malpera ku di serûpela xwe de weşana zindî ya ntv'yê diweşîne. berî saetek fîlan li stenbolê teqînek mezin çêbû, sedem ev e tabî lê min tiştek wisa nû dît.
Here lînkê



10.12.2016 23:50 | simurg56

7. van rojan bûye yek ji malperên ku ez her roj dikevimê. nizanim min ji ku dîtibû.

nûçeyên an hema bêje giş têkildarî kurdan in û her tişt û bûyerê jî nakin nûçe. ez jî ji vê taybetiya wê hez dikim, bêyî ku di nav 50 nûçeyan de bigerî, mirov dikare bigihije nûçeyên girîng yên di derbarê kurdan de.



tiştek din ya wan ku jê hez dikim jî ew e ku dîsa ji çapemeniyê, nivîsên nivîskaran yên di derbarê kurdan de berhev dikin û diweşînin. ev jî pêş lê digire ku mirov ji bo her nivîskarekî here malperek din bigere. (ji amberin zamani heta ismail beşikçi, heta fehim taştekin)



31.08.2016 22:35 | simurg56