Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [prometheus] de;

3. ji aliyê ramana xwe ve orjînal e. fîlm bixwe jî xweş e û gelek bala mirov dikişîne.

di fîlmê de dîalogek wisa hebû ku gelek bala min kişandibû. robotê ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, di rêwitiya ber bi keşfa çêkerên/xwedayên mirovan ve de, ji mirovek re digot ku ew beredayî hatine vir û li vir tenê wextê xwe xerc dikin.



mirov: tu difikirî ku em beredayî hatine vir, newsa?

robot: bersiva vê pirsê li gor armanca we ya hatine vir, diguhere.

mirov: armanca me, nasîna xwedayê/afirînerê xwe û standina hinek bersivan bû. berî her tiştî, ka çima me afirandine.

robot: nexwe, we çima em afiranfin?

mirov: ji ber ku me dikarî

robot: tu dikarî xeyal bikî ku ger hûn jî heman bersivê ji afirînerê xwe bistînin, wê çawa xeyalên we têk herin?





her wiha di wê sahneyê de ku mirov rastî qewmek nû tên ku texmîn dikin ew afirînerên wan in, ew afirîner ji robotê mirovan aciz dibe û yekcaran serê wî jê vedike û davêje. navê wê gerstêrka ku ev bûyer lê diqewimin lv 233 e. di încîlê de di ayeta "leviticus 22:3"ê de wisa dibêje;

"Say to them, 'If any man among all your descendants throughout your generations approaches the holy gifts which the sons of Israel dedicate to the LORD, while he has an uncleanness, that person shall be cut off from before Me; I am the LORD"

bi kurdî: "bêje wan, ger nifşeke we, bi awayek ne qenc û guncan xwe nêzikî xezîneyên ku zarokên îsraîliyan diyarî xwedê kiribûn, bibin; ew mirov divê ji hizura min were avêtin. ez xweda me. "

tê gotin ku sedema evçend acizbûna wî afirînerê ev bû.



18.10.2015 11:11 ~11:43 | simurg56