Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hükümet kadın] de;

1. fîlma ku min ji tu tişt jê hêvî nedikir, lê piştî temaşekirina %85ê wê dikarim bêjim ku ewqas jî ne xerab e.

tê de sahneyên bi rastî komîk, hene. çend heb peyamên ji bo raya giştî re hebin jî ne mîna fîlmên mahsoyê gulsor e. min nekarî li fînala wê temaşe bikim loma dawiya wê nizanim lê heta 25 deqeyên dawîn, ne xerab bû.

hinek kêmasiyên fîlmê:

weke hemû fîlmên din yên weke vê fîlmê (vîzontele, fîlmên mahsoyê gulsor, beynelmilel...) tê de kurdî gelekî hindik bû. heç weke wir ne kurdistan lê fethiye be.

sahneya ku her kes bi hev re diaya baranê dikin de, baweriya êzidiyan nizanim çima lê weke "baweriya li şeytên" hatiye nîşandan. temam mirov fêhm dike ku derhêner û nivîskar wisa nafikirin lê temaşevanên ku li fîlmê temaşa dikin wê bi rastî jî wisa bawerî pê bînin.



27.11.2013 11:42 | simurg56