Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [metpamid] de;

1. navê dermaneke piyaseyê ye ku madeya bandorker ya tê de metoclopramide e.

ji bo astengkirina verişînê tê emilandin. him bi forma tabletê him jî derziya wê heye. yanî ji gruba dermanên antîemetîke. rojê heta 3 caran jî dikare were bikaranîn.

ji ber ku kesê dil diavêje/vedirişe jixwe nikare tiştan bixwe, divê derziya wê li xwe bike. lê ger armanca ne sekinandina verişînê lê belê tenê tedbîr be, wê demê weke tablet jî dikare were bikaranîn.

ji bo jinên ducanî kategoriya wê b ye. yanî neyê bikaranîn baştir e. tenê ger doktorê we pêşniyar bike, divê were bikaranîn.



forma wê ya ampul, yanî derzî, dikare bê xistina nava masîlkeyan (qûn, ran çi hebe) an jî dikare ji demaran rasterats bê xistin nav xwînê. lê ger rasterast were berdan nav xwînî, divê bi rastî jî hêdî hêdî were berdan. ji ber ku ger zûzûka were berdan dibe sedema acizbûn û bêaramiyê (anksiyete). nexweş nikare li cihê bisekine û hemû serûmên xwe fîlan derdixe û dixwaze derkeve biçe.



27.11.2013 19:13 | simurg56