Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnameya zaman] de;

15. êdî malê dewleta akpê ye. îro dewletê patronek diyar kiriye ji bo rojnameyê û rêveberiya wê bi dest xistiye. ev rojname mezintirîn amûra çapemeniyê ya cemaata gulen bû. piştî girtina televîzyona wan ya samanyolu tvyê, êdî hema bêje çapemeniya wan nema.



04.03.2016 20:28 | simurg56

13. rojnameya ku îro twita rojnameya cumhuriyetê retweet kiriye *



18.10.2014 17:36 | simurg56

9. rojnameya ku malpera xwe ya îngîlîzî de (todays zaman) nûçeya mirona ariel şaron de peyva "trailblazer" bi kar aniye. yanî "mirovê ku rê li ber vedike, serok"



12.01.2014 16:26 | simurg56

8. rojnameya cemaatê ye. ku ew cemaata ku berpirsiyarê roboskêyê û operasyona kckê bixwe ye. bêîman e.



29.12.2013 12:08 | simurg56

1. kaxizên binivîs yên cemaata gulen e.

li gorî îstatîstîkên dibêjin, rojê nêzikî 1.000.000 heb tê firotin. vê rojnameyê de carina nûçeyên wisa derdikevin ku carina biryara dadgehan carina jî zagonên ku wê pêşerojê de derkevin, radigihînin. ev qas nêzikî akpê ye, pardon nêzikî hêzên desthilatdar e.



tîraja ku îdîa dikin jî derew û balonek mezin e. berî çend salan dema em mala xwendekaran de diman, ev rojname her roj dihat ber deriyê me. kes ji me ne cemaatçî bû, kes ji me nediçû civînên wan jî. lê nizanim çiam dîsa jî her roj dihat ber deriyê me. me jî dema lazim dibû, ji ber derî distand wextê xwarinê li erdê radixist û weke sifreyê bi kar dianî.

zaman, rojnameyek wisa ye. hûn nexwazin jî bêpere didin we. hinek karsazên wan her roj mesele perê 100 heban 2000 heba didin ku belaş werin belavkirin. jixwe ji ber reklaman maliyeta wê jî îhtîmalek mezin 0 (sifir, zero) ye.

van rojnameyên ku bûhayê wan hatiye dayîn, dibin û li wargehên xwendekaran belav dikin.



(qalîteya vê kaxizê gelekî baş e. dema çaya we birije jî zûzû jê derbas nabe û xalîçeyên we şil nake. heç weke ji bo bûna sifrê hatine çêkirin welleh)



27.11.2013 22:50 | simurg56