Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google.com] de;

8. malpera ku bi hinek fonksiyonên kêrhatî, lêgerîna we hê xweştir dike;





operatora "+"

ger mirov berî peyvekê vê sembolê bi kar bîne û valahiyek jî bihêle, ev tê wê wateyê ku ev peyva ku eslê xwe de peyvekî gelekî gelemperî ye, ji bo te gelekî girîng e û divê google vê yekê paşguh neke.



fonksiyona ""

ger mirov peyv an jî hevoka xwe ya lêgerînê di navbera van sembolan de binivîse, wê google rasterast vê yekê bigere. naçe û hevoka te parêe nake û peyvek ji wir peyva din ji vir peyda nake. wê encaman de tişta ku we nivîsandiye, eyn weke daxwaza we, cî bigire.

weke mînak "eslê xwe de hêsan e"



fonksiyona -

ger hûn vê sembolê dênin li pêşiya peyveke, wisa dibe.

weke mînak hûn weke "serok -apo" binivîsin wê lêgerîna ji bo peyva serok bike, lê wê encamên ku tê de "apo" hene ji nav encaman derxe.



fonksiyona "link:"

ger hûn lêgerîna xwe weke link:tirsik.net bikin, wê ji we re malperên ku lînak tirsik.netê dane, bibîne.



fonksiyona "site:"

ger hûn "îsmaîl site:tirsik.net" binivîsin wê google tenê di malpera tirsik.netê de li peyva "îsmaîl" bigere.



fonksiyona "filetype:"

ger hûn "tendurîstî filetype:pdf" binivîsin, wê ji we re pelên pdf yên ku tê de "tendûrîstî" derbas dibe, bibîne. li gorî pela hûn dixwazin ev dikare .mp3, .jpeg an jî tiştekî din be.



fonksiyona makîneya hesabê:

ger hûn weke mînak 12*5 binvîsin û pêl enter bikin, wê ji we re hesaba vê çalakiyê bike û 60 binivîse.



fonksiyona lêgerîna fîlman

ger hûn "movie:the fountain" binibîsin wê ji we re agahiyên vê fîlmê bîne.



06.01.2014 23:12 | simurg56

5. li dinyayê motora lêgerînê bêraqîb e. li rusyayê bi qasê tê gotin yandex zêdetir tê bikaranîn lê tevahiya dinyayê de google bêraqîb e.

sedema ku googleê dike bêraqîb ne tenê serkeftîbûna wê ya lêgerînê de ye. google bi amûrên xwe yên cûrbicûr gelek alîkariya malpersazan dike, ê jixwe ger tu malpersazan bigirî cem xwe wê bikarhêner jî werin.

weke mînak google adsense, google analytics, google webmasters tools ji bo malpersazan amûrên gelekî kêrhatî ne.

ji aliyê din ve ji bo bikarhênerên normal jî xizmetên weke google chrome, google earth, gmail û hwd. dîsa di warên xwe de yên herî baş in.



15.07.2013 11:56 | simurg56