Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [george carlin] de;

2. komedyenek amerîkî ye ku eslê wî îrlandî ye. di sala 2008an de di 71 saliya xwe de miriye.

nivîskar, aktor, komedyen, analîzkerê civakê ye.

ji ber ku li ser gelek mijarên giran û tabu, bi zimanek tûj û bidijûn komediyê dikir, karê wî weke komediya reş hatiye binavkirin. ji aliyê comedy centralê ve weke duyemîn komedyenê herî baş hatiye nîşandan.



bi rastî jî zimanê wî gelek tûj e. ji tûjbûnê jî wirdetir, di hemû hevokên wî de argo, nifir û dijûn hene. tabî mirov lê dikene, ev refleksek e. biaqil e, bi dehan hevokên kompleks li ser hev mîna stranek rapê dibêje û şaş nabe. wêrek e, dijûn û nifiran li dînan, siyasetmedaran û patronan dike. li gel emrê xwe yê mezin jî perforamansa xwe parêstiye, enerjîk e.



li tirkiyê alternatîfa wî tune. ji ber ku li tirkiyê komedyan nawêrin ji xeynî têkiliyên mirovan û bîranînan behsa tu tişteke din bikin. jixwe bikin jî nikarin mîna vî zilamî nikarin heta 71 saliya xwe bijîn.



22.10.2015 17:08 ~17:08 | simurg56