Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [perîşan] de;

8. starana ku ji aliyê teq û req ve jî hatiye coverkirin.



29.08.2015 13:05 | simurg56

4. (bnr: belengaz)

(bnr: jar)

(bnr: evdal)

(bnr: xwedênehiştî)



navek ne xweş e. mirov çawa dikare navek wisa li zarokê xwe bike, fêhm nakim.



27.03.2014 19:43 | simurg56

1. straneke koma efsanewî ya kurdan koma wetan / kerem gerdenzerî ye.

gotinên stranê ji aliyê ordîxanê celîl ve hatine nivîsandin û wilo ye:



gul sosin gul vedane perîşan

ez qurbana rêçûna te me delal

tu digerî di nava gund de perîşan

dilê xortan dişewitînî delal



hey perîşan

dilê min ketiye te perîşan

emrê min î tu perîşan

bedewa min



hey perîşan

dilê min ketiye te perîşan

ruhê min î tu perîşan

delala min



va dilê min ji te re ye perîşan

her çar alî gul tijî ne delalê

şev e reş e hîv dernayê perîşan

dewsa hîvê ji malê derê delalê



hey perîşan

dilê min ketiye te perîşan

emrê min î tu perîşan

bedewa min



hey perîşan

dilê min ketiye te perîşan

ruhê min î tu perîşan

delala min



07.12.2013 11:21 | simurg56