Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lûfik] de;

1. alaveke sersûştinê ye. îro gelek kes yên amade dikirin an jî ew bixwe ji tayê çêdikin û bi kar tînin.

lê belê berê ne wisa bû. berê lûfikên xwezayî hebûn.

ev lûfik ji cûreyeke lavlavkê tê peydakirin. li hinek welatên tê xwarin jî: weke mînak li vîetnamê.

bi ziwakirina vê lavlavkê;

Here lînkê

qepila li dora wê diweşe û lûfika serşûştinê jê derdikeve;



Here lînkê



Here lînkê



bi qasê tê zanîn çavkaniya vê lavlavkê û van lûfikan welatê misir e. lê berê diya min ji ku derê peyda dikir, nizanim. xuya ye li kurdistanê jî çêdibe. lê navê wê bi kurdî çi ye wê jî nizanim.



bi rastî jî lûfikek kêrhatî bû. tu lûfikên îro nikarin weke wê paqijiyê bikin.

çima?

- ji ber ku ew lûfik ewqas hişk bû ku ne tenê qirêj û gemarê lê her wiha beşek ji çermê mirov jî jê dibir *



08.12.2013 15:40 ~2015.05.05 23:00 | simurg56