Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekşi sözlük] de;

45. Berê çiqas çavkanîya daneyên pîroz be niha jî ewqas navenda cahîltîyê ye. Ev nêrînên min ne ji ber netewperwerî an jî hesûdîya min e. Bi taybetî di meseleya Kurdan de dema mirov hinek nivîsan dixwîne, şaşwaz dibe ka mirovek çawa dikare evqas nezan be. Ez ne behsa faşîstîyê dikim, rasterast daneyên madî jî nizanin. Em bêjin ev tiştekî sîyasî ye. Lê na heyran, di mijarên ji jiyana rojane an jî profesyonel jî carina mirov dibîne, di binê mijaran de şîroveyên ewqas ehmeqane dikin û vê yekê ewqas jixwebawer dikin ku, hema rûpelê digirim û diçim.
Di binê her mijarî de hewla hezarbarekirina heman esprîyan heye.
Ji bo şopandina rojevê dîsa jî çav lê digerînim lê car hene nikarim tehemûl bikim.



25.11.2019 13:09 ~13:09 | simurg56

28. ji ber ku formatê betal kirine û endambûnê jî hêsan kirine û moderasyonê jî berî 2 salan îstîfa kiriye; êdî mîna forumekê ye. gelek nivîskarên hêja dev jê berdane û ji troll û zarokan re maye.



20.09.2014 20:45 | simurg56

23. dîsa jî ji hemû ferhengên din yên tirkî, baştir e. ji ber ku ya herî rengîn ew e û zêdetir cî dide fikrên cuda jî. ferhengên din(itu, uludag vs.) tije faşîst in, hema bêje komple faşîst in.



27.07.2014 22:39 | simurg56

8. van demên dawîn, ji ber zêde zêde zêdebûna nivîskarên nû û beredayî, ji bo ku nivîsek hêjayî xwendinê were dîtin pêwist e mirov 100 peyamên bêxêr bixwîne. ji aliyê din ve reklaman jî ewqas zêde kirine ku ew jî çavê mirov diwestîne. weke hemû klonên vê ferhengê, em jî wê hevoka klasîk bi kar bînin; 'ekşi sozluk pir xirab bû'



03.10.2013 09:59 | simurg56

3. li tirkiyeyê belkî platforma herî azad be ji bo gûftûgoyê.

tê de pkkyî jî hene, kemalîst jî, oldar jî û hemû beşên din yên civakê.



09.07.2013 11:04 | simurg56

1. Yekemîn ferhenga înteraktîf e ku jixwe ev meseleya ferhenga înteraktîf ji aliyê wê ve hatiye destpêkirin.

îro jî ferhenga herî mezin ew e û dirûşmeya "kutsal bilgi kaynağı" (çavkaniya agahiyê ya pîroz) bi kar tîne.

gelek mirov berî google'ê de bigere, li vir lêgerînê dike.

bêguman motîvasyon û mînaka li ber malpera me jî ew e. hêvî dikim heman serkeftinê em jî nîşan bidin.

bi saya vê ferhengê gelek kesên ku eleqaya wan bi xwendin-nivîsandinê tune ne, êdî -çi be bila bibe- dinivîsin.

bi hêviya rojek gelê me jî xwe çêtir di zimanê xwe de îfade bike.



16.06.2013 22:53 | simurg56