Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [youtube] de;

12. nizanim min li ku xwendibû lê li amerîkayê yekê wisa gotibû: youtube êdî televîzyona nû ye.
wê demê îdîaya wî ew bû ku êdî wê kes li tv temaşe neke lê wê youtubê temaşeke. wisa jî çêbû temam baş e lê ji alîyê reklaman ve ji tvya xwedênehiştî jî bihurî.

ji ber reklamên beredayî, min youtube vanced bar kir. şikir ji xwedê re, êdî reklam meklam nabînim.



30.11.2019 01:21 | simurg56

10. ji bo ku bikare bibe reqîbê spotifyê, xizmeta youtube redê derxistiye.



22.10.2015 16:33 | simurg56

4. malpera ku ji bo vîdyoyên wê di tirşikê de, di nav peyamê bixwe de bikare were lîstin, divê navnîşana vîdyoyê di nav fonksiyona ( youtube: )'ê de, ne weke "http//www.youtube.com/watch?v=X-RcX0f6Lss" lê weke "//watch?v=X-RcX0f6Lss" were nivîsandin.



weke mînak:





07.01.2014 21:43 | simurg56

1. malpera vîdyoyan ya herî popûler e.

berê malpera videos.google.com hebû. me ji vê malperê guhdarî vîdyoyan dikir. paşê youtube gelekî popûler bû û me bihîst ku google'ê youtube kiriye. piştî vê yekê hêdî hêdî google video li paş ma û dawiyê de jî hat girtin.

tê gotin ku vîdyoyên ku di nava rojekê de li youtube'ê tê barkirin, ji aliyê mirovekî ve encax di nava 3 salan de dikare were temaşekirin.



09.12.2013 21:29 | simurg56