Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [betlaneya berfê] de;

1. mizgîniya ku zarokatiya xwe de em tim û tim jê bêpar man.

ji ber ku li mêrsînê berf qet nayê, zivistanan dema nûçeyan de dihat gotin ku li fîlan û bêhvan bajaran mekteb hatine betalkirin, gelek pê diêşiyam. ji ber ku tu caran cem me mektep nedibûn betlane.

lê dawiyê de cara ewil û dawîn, li li stenbolê carekê zanîngeha me ji ber berfê hat girtin. lê wê carê jî azmûna me hebû û ez jê re gelekî şixulîbûm. paşê azmûn piştî heftiyekê hat çêkirin lê vê carê ez neşixulîbûm û ji wê dersê mam, mixabin.



10.12.2013 20:13 | simurg56