Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkxaneya bajêr] de;

1. bi ya min saziyên herî kêrhatî ne.

berê min ji van pirtûkxaneyan gelek zêde pirtûk xwendibûn. mirov qartek derdixist û paşê diçû ji nav hezaran pirtûkan ya bi dilê xwe distand û dibir malê dixwend.

ya li mêrsînê, li avahiyek dîrokî ye û loma hinek otantîk e jî. pirtûkên tê de her çiqas kevin bin jî, dîsa jî tê de pirtûkên gelekî xweşik jî hene.



li kurdistanê tiştekî wisa heye gelo nizanim. lê pêwist e hebe. pêwist e her şaredariyên bdpê, li şaredatiyên xwe pirtûkxaneyên mezin vekin û bi pirtûkên kurdî, îngîlîzî, tirkî tije bikin.

him ji bo gel, derfetek gelekî mezin e. him jî qet nebe bi vî awayî belkî nivîskar û weşanxaneyên me bikarin hinekî pirtûk bifroşin.

çima nebe? li kurdistanê bi dehan pirtûkxaneyên ku bi dehhezaran pirtûkan hebe, ma kî dikare îtîraz bike? ma wê tevde çend qurîş bigire?

10.000 hezar pirtûk, her yek 20 tl bin wê 200.000 yanî 2000 milyar. yanî tenê ranta îhalekê.



10.12.2013 20:28 | simurg56