Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [los lunes al sol] de;

4. yekemîn fîlma ku ji alîyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve hat wergerandin.
wergera fîlmê ji alîyê min ve hat kirin.
Hûn dikarin binnivîsa bi kurdî ya fîlmê ji rûpela wê daxînin: Here lînkê

hûn dikarin fîlmê jî bi rîya vê lînka torrentê, daxînin: Here lînkê

Ji kerema xwe re îşev fîlmê daxînin û temaşe bikin, paşê werin û di binê vê mijarê de şîroveya xwe binivîsin.

Here lînkê



07.02.2020 18:05 ~18:21 | simurg56

2. berî her tiştî fîlmeke gelekî samîmî ye. berî 4-5 salan, ev fîlm li zanîngeha me şahiyên biharê de ji aliyê klûba sînemayê ve li amfiya fakûlteya me hatibû nîşandan û min jî bi wê vesîleyê temaşe kiribû. min ji fîlmê hez kiribû ev tê bîra min, mijar û rihê fîlmê jî tê bîra min lê ji sehneyên fîlmê tenê yek sehne tê bîra min: ev zilamên ku ji îşe xwe hatine avêtin, şevek berhev bûbûn û serxweş bûbûn, nav hestên bêhêvî de li kûçeyan digeriyan û li rasta camekaneke dikanê disekiniyan kena xwe bi televîzyona li wir dianîn û henekan bi hev û din dikirin.

Nizanim çima lê îro ji fîlmê tenê ev dîmen tê bîra min.



18.06.2013 18:49 | simurg56