Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî de pirbûna daçekan] de;

8. rewşa ku ji aliyê din ve, me berî niha înkar kiriye û heta berevajiya wê îdîa kiriye * ;

(bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirhejmariyê)

(bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



13.12.2013 09:03 | simurg56

1. tiştekî ne baş e.

ez bixwe jê hez nakim ji ber ku bawer dikim ku xwendina kurdiya nivîskî zehmet û nexweş dike. lê ne ku dijberê hebûna wan im. mixabin ji bo kurdiya nivîskî, pêdivî bi wan heye.



zimanê kurdî de, daçekên weke 'ku', 'li', 'di' 'de', 'ji', 'jî', 'in', 'im', 'e', 'î' gelekî tên bikaranîn. ji ber ku hemû jî kurt in, dema carina sê çar heb ji van hevokekê de bigihin hev, xwendina wê bi rastî jî zehmet dibe.

ji ber vê yekê ez bixwe, ger eseh ne pêwist be, hewl didim ku bi kar neynim. lê mixabin piraniya wan eseh hewce ne û bêyî wan belkî xwendin hêsan dibe lê vê carê fêhmkirin zehmet dibe **



12.12.2013 23:22 | simurg56