Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bab'aziz] de;

1. Filma ku bi bismillahirrahmanirrahim destpê dike, ji xwe re rêwitiya dervîşekê weke mijar digire. Rêwitiyek ku dervîşek kor û neviya wê ya biçûk rêhevaltiya hev dikin û armanca wê gihiştina civîna dervîşan e.

Fîlm li çolê derbas dibe û dîmenên xweş yên çolê derxistiye holê.

fîlmê de mûzîkên gelekî xweş hene. mijara fîlmê û derhêneriya fîlmê bibandor e. belkî fikr û hişmendiya mirov neguhere lê fîlm ez dikarim wisa bêjim "bêhna mirov fireh dike"

ev beş spoiler dihewîne





(spoiler: fîlmê de du replîkên herî bibandor bi ya min ev rêzikên li jêr in ku bi saya vê hişmendiyê dervîşê pîr xwe ji tirsa mirinê xelas kiriye:

"tu çima ji mirinê ditirsî? mirin ne tiştek erjeng e. ma mirin qet dikare bibe dawîyek? jiyaneke ku destpêka wê ne mirin e, çawa dikare bi mirinê xelas bibe? zarokeke li zikê diya xwe de, bifikire. eger ji zarok re bêjin ku; li derve asîmanek şîn, çiya û gir, taveke germ û xweş, deşt û dar, behrên fireh, mirovên cûda cûda, bajar hene. ya ku tu tê de yî tarîtî ye. zarokê ku hê nehatiye dinyayê wê ji van bawer bike? tabî bawer nake, wê bixwaze dîsa di tarîtiya xwe de bimîne. Eyn mîna vê, mirovên ku vê nizanin û bawer nakin, ji mirinê ditirsin. Roja min a dawetê de negirî.

hesen: roja dawetê?

bab'azîz: erê tabî dawet. îro ew roj e ku ez ê bigihim hezkiriya xwe.")



18.06.2013 19:51 | simurg56