Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îsraf] de;

1. yek ji tiştên ku gelek jê aciz dibim, e. dema kesekî din bike jî aciz dibim.

ji ber ku bawer dikim ku li vê dinyayê hê jî îsraf tiştekî luks e. gunehbûna wê dane aliyekê lê çawa dibe ku dema mirov pereyên bi tiştên beredayî xerc bike, kurdên sûrî, birçiyên li kuçeya xwe û zarokên ku li malên sar mezin dibin, nayê bîra wî?



sînora îsrafê tune. li her du aliyan ve jî sînorên wê ne diyar in. yanî şûna sobeyê karanîna gaza xwezayî jî dikare weke îsraf were binavkirin lê ji aliyê din ve piştî kirîna mal û erebeyeke baş xwe ji bo villayekê dirandin jî dikare normal were dîtin. tiştekî subjektîf e, welhasil.



lê ji bo min sînor "standartên li welatê mirov e".



16.12.2013 19:22 | simurg56