Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derziya hepatîtê] de;

1. bi gotina derxiya hepatîtê, bi giştî derziya ji bo parastina ji vîrûsa hepatît B'yê tê qestkirin.

ji ku mirov xwe ji vîrûsa hepatît b'yê biparêze pêwist e sê caran derziya hepatîtê li xwe bide.

mirov carek derzî li xwe dide û piştî mehekê careke din lê dide û ya dawîn jî meha 6. de li xwe dide (6 meh piştî ya yekemîn, 5 piştî ya duyemîn)

piştî van her sê derziyan mirov ji bo serkeftina derziyan kontrol bike dikare tehlîla pîvana antî hbs bide kirin. ku encama tehlîlê ji 10 meztir be, ev tê wê wateyê ku derziyê girtiye.

Eger negirtibe mirov dikare dîsa 3 caran bi heman rêbazê çêbike, ger dîsa negire êdî mirov careke din çênake.

îro êdî dema zarok çêdibin hê di nexweşxaneyê de derziya yekemîn tê çêkirin û ji bo ya 2. û 3. jî anîna pitikan tê xwestin.



22.06.2013 12:01 | simurg56