Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [germbûna global] de;

7. mijara ku pêşîn weke germbûna gerdûnî hat fikirîn lê eslê xwe de gerdûn ne ji bo dinyayê lê ji bo fezayê tê gotin.

lê ya ku em behsê dikin germbûna tenê dinyayê ye.



19.12.2013 10:41 | simurg56

1. zêdebûna germahiya atmosfera dinyayê û avên okyanûsan e. bi sedsala 19. tê gotin ku destpê kiriye. heta îro, germahiya rûerdê bi qasê 0.8 C zêde bûye.li gorî pîvanên li troposferê ji sala 1979ê vir ve, serê her 10 salan germahî 0.12 derece zêde bûye. tê bawerkirin ku 1-2 hezar salên berî 1850an de ev germahî zikê hev de wekî xwe maye.

li gorî pîvanan, salên ku herî germ salên 1998 û 2005 in.

zanyarên mijarê bi qasê %95-100 ji xwe bawer in ku sedema vê yekê şewitandina petrol û hwd. ne.

tê texmînkirin ku di vê sedsalê de bi qasê 1.1 heya 6.4 santîgrat dereceyan wê germahiya rûerdê dinyayê germ bibe.

li gorî rapora 2007an ya neteweyên yekbûyî;

dema germahî 2 derece zêde bû, wê pirsgirêka avê destpê bike,

dema germahî 5 derece zêde bû, wê behr 5 metre bilind bibin,

dema germahî 6 derece zêde bû, wê goç destpê bikin.



encama van guherînan, li kanada, amerîka, rusya û danîmarkayê hinek deverên ku ji ber ku germahiya wan -50 fîlan e, hêdî hêdî tên wê rewşê ku mirov bikarin bi kar bînin. û tê zanîn ku li van dever û welatan gelek çavkaniyên mezin yên gelek maden û petrol gaza xwezayî, heye. (bi qasê %30ê rezervên dinyayê)



18.12.2013 21:32 | simurg56