Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hepatît b] de;

11. vîrûsa ku aktîfbûna wê herî baş bi pîvandina hbv dna'yê tê pîvan. bi saya vê tetkîkê replîkasyona vîrûsê(zêdebûna vîrûsê) tê tespîtkirin û li gorî vê yekê ger hewce be tedawî tê destpêkirin.

ji bo hepatît c'yê tedawiyên gelek serkeftî (nêzikî %100) derketin vê dawiyê lê mixabin ji bo hepatît b'yê hê tune.



13.08.2016 22:51 ~22:52 | simurg56

7. ne êşeke bêçare ye.

ku baş were şopandin gelek caran dikare were kontrolkirin û heta emreke dirêj nexweş nabin sîroz.

ku bibin sîroz jî bi neqla kezeba reş dîsa çare heye. ya girîng ew e ku nexweş xwe bêxwedî nehêle.

ji aliyê din ve, heye ku jiyana mirov gelekî zehmet bike tabî.



27.11.2013 11:45 | simurg56

1. navê vîrûsekê ye. weke vîrûsên din yên hepatîtê [hepatît a, hepatît b, hepatît c, hepatît d, hepatît e] dikare bibe sedema sîrozê.

di nav wan de ya herî belave û popûler hepatît B ye û derziya li dijî hepatît B'yê erzan û belave ye û piraniya mirovan vê derziyê li xwe didin.



22.06.2013 12:10 | simurg56