Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [how i met your mother] de;

1. bi kurdî: min diya we çawa nas kir?

rêzefîlmeke amerîkî ye ku ji çîroka bavekê pêk tê ku armaca çîrokê ew e ku ji zarokên xwe re pêvajoya naskirina diya wan, vebêje.

lê min 3-4 sezon temaşe kir û hê jî dayik mayik ne li holê bû... her beşeke wê gelekî komîk e. jixwe weke hemû rêzefîlmên komediyê yên amerîkî, 20-25 deqe ye. loma mirov jê aciz nabe.



wisa difikirim ku rêzefîlma tirkî ya bi navê yalan dünya kopyayeke gelek gelek xerab ya vê rêzefîlmê ye. erê mijar bi temamî cuda ye. lê tarz û tevgerên hinek karakteran gelekî dişibin hev.



ji aliyê din ve ji bo how i met your mother bixwe jî tê gotin ku ji rêzefîlma friendsê feyz girtiye. neyse min li friends temaşe nekiriye.



19.12.2013 22:22 | simurg56