Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endoskopî] de;

4. (bnr: endoskopîya kapsûl) (Capsule endoscopy)

(bnr: endoskopîya ferazî) (Virtual endoscopy)



12.07.2016 18:30 ~18:30 | simurg56

1. tehlîleke ji bo kifşkirina nexweşiyan e.

ji du peyvan pêk tê. wateya endo- "hundirîn" e û scopy jî "mêzekirin" e. eslê xwe de wateya peyva endoskopiyê "nêrîna li hundir" e.

her çiqas tibê de ji bo her cûre çalakiyên ku bijîşk bi kamerayekê li hundirê bedena mirov dinêre, bikare were gotin jî; bi giştî ji bo lênêrîna hundirê ûrê mirov ya bi alîkariya kamerayekê, tê gotin.

amûra tê bikaranîn endoskop e. ji makîneyek û xortumeke girêdayî makîne pêk tê û ku li serê xortumê ve kamera û lembeyek heye. bi vî awayî mirov dikare bi çavên xwe hundirê ûr bibîne û nexweşiyên weke reflu, ulser, kanser, xetimîn, xwînîbûn û hwd teşhîs bike û hinek ji wan tedavî bike an jî ji bo tesşhîsa patolojiyê biyopsî, yanî parçeyek bistîne.

çalakiya ercp jî dikare weke cûreyeke endoskopiyê were hesibandin ku vê çalakiyê de jî riyên zeravê tên nîşandan û xetimîn, tengbûn û nexweşiyên din yên van organan tên diyarkirin û carina jî tê tedwîkirin.



ganstroneterolog û pişporên cerrahiya giştî, piştî standina sertîfîkaya wê, dikarin vê teşhîs/tedawiyê çêkin.

(bnr: kolonoskopî)



21.12.2013 13:56 | simurg56