Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kolonoskopî] de;

2. ger ne piştî paqijkirina roviyan hatibe kirin û ger di çalakiyê de koter were bikaranîn, heye ku bibe sedema teqînê * ne henek ha, heye ku gaza metan ya di roviyan de biteqe û roviyan parçe bike.



17.01.2015 20:52 | simurg56

1. tehlîla ku bi kamerayekê tê kirin û armanc ji aliyê hundirîn ve lê mêzekirina roviyan e.

ji cihê destmêja mezin heta îleoçekal valv'ê, yanî temamê roviyên stûr û destpêka roviyên zirav, bi kamerayê dikare were mêzekirin û ger tiştek biguman hebe, dikare parçe were standin.

piştî emrên 50î, ji bo her mirovê tê pêşniyarkirin ku salê carekê bide çêkirin ku teşhîsa kanserên roviyan zû were teşhîskirin.

li japonyayê ev emr hê kêmtir e û ger hûn neçin kontrolê ceza li we dibirin. bi saya vê xebata xwe, kanser roviyan xistine bin kontrolê xwe de.

ev yek him ji bo nexşan gelekî baş e, him jî ji bo dewletê jî kêmkirina barê ekonomiyê ye.

ji ber ku mesrefa emeliyat û tedawiya kemoradyoterapiyê ji kolonoskopiyê gelek gelek zêdetir e.

(bnr: endoskopî)



21.12.2013 17:52 | simurg56