Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevalno] de;

5. strana ku dema min kontrol kir dît ku li ser berga paşîn ya albûmê de navê wê piştî ku albûm hatiye weşandin bi boyazeke reş hatiye jêbirin lê dîsa jî hinekî tê xwendin. di hundirê albûmê de jî nav û gotinên stranê heye û li binê stranê jî hatiye nivîsandin "gotin û mûzîk: şivan perwer" lê mixabin dema min cd'ya wê xist komputerê dît ku cd'yê de ev stran tune.

yanî wisa xuya ye ku;

- albûm bi vê stranê hatiye weşandin

- paşê şivan perwer nerazîbûn nîşan daye û qebûl nekiriye

- ji lîsteya stranan ya li ser berga paşîn ya albûmê, navê stranê piştî weşanê bi boyaxeke reş hatiye jêbirin

- di hundirê albûmê de gotinên stranê cî digire, lê ji ber ku dirêj e nekarîne bi boyaxê jêbibin û belkî ji ber mesrefê nekarîne ji nû ve bidin çapkirin jî.

- CD'ya ku bi albûmê tê, de ev stran tune.



mesele çi be û çawa qewimî be jî tişta şivan kiriye tiştekî eyb e. îhtîmala herî xerab ew e ku van xortên bêderfet strana wî bêdestûr xwendibin... lê ev îhtîmal jî kirina şivan paqij nake.

skandal e, wellehî.



22.12.2013 14:53 | simurg56

3. berhema ku min jî bihistîbû ku şivan nexwestiye ferec, têxe albûma xwe. lê albûma ferecê ya çapkirî ce min heye û tê de ev stran heye. loma heye ku mesele derew be jî.



22.12.2013 14:24 | simurg56

1. straneke şivan perwer e ku gotin jî aîdê wî ne.

her wiha vê dawiyê ji aliyê koma ferec ve jî hate gotin û albûma wan de cî girt.



"kuştî bûn karwan

dû hev çûn esman

da rojê bibînin

stêrka bikin nîşan



hevalno ho



ew çavên digrîn

ew laşên tev bi xwîn

ji roja azadiyê ra

tev dikin mizgîn



berdan ji kerhûn

bo jînê tev çûn

azadiyê dê bibînin

mayîn û hebûn



hevalno ho"



22.12.2013 13:50 | simurg56