Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [skype] de;

3. bernameya ku ji aliyê axaftina bidîmen ve, ji msnê gelekî serkeftîtir e.

berî ku microsoft bikire jî min skype bi kar dianî. ji ber ku him tê de reklam meklam tune bû, him jî axaftina bidîmen de qutbûn çênedibûn û veguheztina dîmenan biqalîtetir bû. ji aliyê din ve ger mirov kontor bikire, dikare bi vê bernameyê telefonê jî bike telefonên bêrikan û yên malan. tabî êdî ev ne lazim e. lê berê, gelek kesan bi saya vê bernameyê bi bûhayeke biçûk axaftina navnetewî dikir.



22.12.2013 15:04 | simurg56

1. bernameya axaftina demildest. yanî ya chat'ê. berî demekê ji aliyê micrisoftê ve hat kirîn.

bernameyek serkeftî bû lê piştî kirîna microsoftê êdî ji ber reklaman tama wê kêm bû.

van rojan kampanyayek çêkiriye û endamiya belaş ya ji bo bikaranîna profesyonel û bêreklam belav dike; https://collaboration.skype.com/promotion/



22.12.2013 14:29 | simurg56