Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [inti-illimani] de;

3. koma ku di sala 2004an de, bi ciwan haco re, li elihê konserek dane. berî niha haya min ji wan tune bû lê piştî ku min hinekî lê koland, min dît ku haya min ji hinek stranên wan hebûye. weke mînak el condor pasa û venceremos. di roja darbeya şîlîyê de, li ewropayê bûn ji bo konsertan. paşê nekarîne vegerin welatê xwe, ji bo 14 salan, ji ber ku mûzîka wan û ew qedexe bûn li welatê xwe. wateya navê wan "tava illimani" ye di zimanê aymara de. 2005an de 3 endamên wan yên ji komê veqetîyayî, bi heman navî komek din vekirine.

yek ji serkêşên tevgera nueva canción (strana nû) ne. ku ev tevger di salên 1950î derketiye holê û paşê hemû parzemînê belav bûye. di vê şêweyê de, mûzîka amerîkaya latîn, bi gotinên sîyasî û carinan bi motîfên rockê tê sentezkirin. yanî mûzîkekî protest e.
victor jara yê ku ji aliyê juntayê ve hatiye kuştin jî, ji hevalên vê komê yek ji nûnerên vê mûzîkê ye.
di hevpeyvîna xwe ya di gel ziryabê de, komê gotiye ku batman ji bo wan konserekî gelekî xweş bû ew pê şaşwaz bûbûn û dixwazin dîsa werin li kurdistanê konseran bidin.



02.11.2019 13:11 | simurg56