Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara tirşikê] de;

18. bêguman ne negengaz e lê bi ya min ne ewqas hêsan e jî.

min berê di derxistina çend fanzînan de cî girt, loma hindik be jî tecrûbeya min heye.

wê demê min ji bo dîzaynkirina kovarnê scribus bi kar dianiya. niha jî ew dikare bê bikaranîn. piştî ceribandibên çend rojan, mirov hêdî hêdî hînî bikaranîna wê dibe.

lê tişta ji bê zehmettir, tijekirina naveroka kovarê ye.



di destpêkê de herkes dibêje ez ê ji bo her hejmarê nivîsek bidim lê dema wext tê, ew kes ji holê wenda dibin. yên dinivîsin jî, nivîsên klasîk yên li ser "pêwistiya yekbûnê", "giringiya zimanê dayikê", "bajarên kurdan" û "dîroka kurdan" tînin. helbet ev mijar girîng in lê we fêhm kir...



axirê, ger niyetek cîdî hebe, ez ê ya ji destê min tê bikim.



08.11.2015 00:13 | simurg56

7. heye ku pêşerojê de bibe yek ji bişkojkên menûyê *

fikrek baş e lê weke gotina gelek nivîskaran, hê zû ye.



16.09.2014 12:48 | simurg56

2. ji ber wê tije bnr û vbnr be û wê ev lînk nekarin werin tikandin, wê kovarek bêkêr be *

lê ger bi qasê dijber cîdî, bi qasê tivirloismail bihenek û qasê endazer zimanşêrîn be, wê kovarek xweş be.



27.12.2013 19:40 | simurg56