Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rock mûzîka kurdî] de;

4. mûzîka ku temsîldarê wê yê herî mezin bê şik û guman koma rewşen e.

weke guhdarvaneke mûzîka rock ya biyanî û kurdî (û hinekî jî tirkî), dikarim bibêjim ku koma rewşen, di warê rock mûzîkê de ji standartan pêşdetir e û li ber gelek rockerên tirk de jixwe pîrê rockê e.

nexwe çi ye yanî? ya ku rewşen dike pop e?

koma wetan, ji ber ku bingeha vî karî avêtiye; hêjayî pesindayînê ye lê herkes jî dizane gelek stranên wan ne rock bû jî. lê ji ber ku yekemîn bû, koma rewşen jî tê de, her kes rêzê jê re digire. lê ger em berhevdanekê rastîn çêbikin, koma rewşen jî rockurd jî ji koma wetan serkeftîtir in, rock'tir in.



03.01.2014 20:42 | simurg56

1. mûzîka ku bingeha wê bi koma wetan baş hatiye avêtin û îro bi gelek hunermendên serkeftî, êdî gihiştiye astekî girîng.

hinek ji mînakê wê;

(bnr: koma wetan)

(bnr: kerem gerdenzerî)

(bnr: koma rewşen)

(bnr: rockurd)

(bnr: mirady)

(bnr: sîmir rûdan)

(bnr: jan axîn)

(bnr: ferec)

(bnr: sîdar)

(bnr: rojhan beken)

(bnr: siya şevê)



01.01.2014 21:28 | simurg56