Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê] de;

4. lîsteya ku min şaşwaz kiriye. hê çaxê min nû navê mijarê xwend, min xwe amade kiribû ku bêjim "çawa dibe ku albûma sîmir rûdan tê de tune be?"

lê dema min xwend min dît ku camêran sîmir danîne rêza yekemîn de.

albûma sîmir gelekî xweş e (ya rast peyda nabe ku bikirim loma min ji înternetê guhdar kiriye lê...)

min ya hîvron jî kirî; ne xerab e lê mixabin hêviyên me jî têr nekiriye.

albûma teqreq jî têra xwe xweş e, stîla xwe de. lê mixabin neketiye lîsteyê. (lîsteya ku sîdar ketiyê, ew jî dikariyan têkevinê)

albûma sîdar nizanim lê strana wî ya ku tê gotin ya herî xweş e (bêje) ne xerab be jî nû jî nîne.

derbarê yên din de zêde agahiya min tune.



03.01.2014 22:06 | simurg56