1. navê ku min li mr. t kiribû.
mr. t, karakatereke rêzefîlma the a-team û ku ev rêzefîlm li tirkiyê, bi navê a-takımı dihat nîşandan. lîstikvanê bi navê lawrence tureaud vê fîlmê de karakterm mr. t dilîst, ku ev karakter miroveke reşik bû, gelek quwet bû, li stuyê wî bi dehan gerdaniyên zêr hebûn û bi qasê tê bîra min li gele hemû wêrekiya xwe ya operasyonan de, ji balafir û helîkopterê gelekî ditirsiya.
dema ev rêzefîlm di tekevîzyonê de dihat nîşandan ez belkî hê nû hînî axaftinê bûbûm. min û bapîrê xwe, me bi hev re li vê rêzefîlmê û li fîlmên erol taş temaşe dikir. ji ber ku lêvên mr. t, gelekî stûr bûn û ber bi derve dadiheliya, min û bapîrê xwe, me jê re digot lêvtirşik. hey gidî rojên berê...
|